ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Roja yekem a Hefteyê Berevaniya Pîroz li Îranê

Hevdemê hilketina roja yekem a Hefteyê Berevaniya Pîroz, merasima Rejeya Leşkerî li Îranê hat lidarxistin.

Li Rejeya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê yekîneyên mînak ên peya û yên Barkêş ên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Besîc, Hêzên Ewlwhî û Wezareta Parastinê û piştgiriya hêzên çekdar ên Îranê beşdarî kirin.

Li Tehranê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî  bêjerê sereke yê vê merasimê ye ku li kêleka Herema Paqij a Îmam Xumeynî (RE) damezînerê Komara Îslamî ya Îranê li dar ketiye.

Di merasima hanê de fermandeyên derecebilind ên hêzên çekdar û nûnerên leşkerî yên welatên din û birek ji malbatên şehîdan û cangorî û şervanên dema berevaniya pîroz beşdar in.

Îro yekşemê 22 Îlonê hevdemê salvegera despêbûna şerê dasepandî yê Rejîma Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li sala 1980 li dijî Îranê ye. Sedam bi vl xeyalê ku li mideha hefteyekê wê Tehranê dagîr bike êrişeke berfire li dijî Îranê da despêkirin, her bi vê mihnasibetê her sal ji 22 Îlonê heya hefteyekê merasimên curbicur li Îranê tên lidarxistin. 

Başa dön tuşu