Rojên dawiyê yên DAIŞ`ê li Sêrtê ya Lîbyayê
Çavkaniyên lîbyayî li bara kuştin û birîndarbûna bi dehan kes ji hêzên vî welatî dema pêşdeçûna ber bi meqerên herî dawiyê yên DAIŞê li bajarê peravî ya Sêrtê agahî dan. Hevgav artêşa Lîbyayê karî ku pareke mezin a taxên yek û sisiyan li navenda Sêrtê bixe bin kontrola xwe . `
Hêzên ser bi Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê roja yekşemiyê qonaxa dawiyê ya operasyona dagirkirina bajarê peravî yê Sêrtê, navenda herî mezin a DAIŞlê li Lîbyayaê destpê kirin û li meqerên dawiyê yên DAIŞê li vî bajarî hin pêşdeçûn bi dest xistin lê gelek xisar dîtin.
Li gorî gotina çavkaniyên xwecî dema pêşdeçûna hêzên Lîbyayî ber bi meqerên DAIŞê û pevçûnên wan tev DAIŞê 34 kes ji wan hêzên dewletê û zêde ji 180 kes jî birîndar bûn.
Ji destpêka pevçûnên hêzên Binyan El-Mersûsê ser bi dewleta Lîbyayê li dijî DAIŞê li Sêrtê 453 eskerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û zêde ji 2500 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve çavkaniyên lîbyayî li bara kuştina Ebûomer El-Tûnisî yek ji serkirdên DAIŞê li bajarê Sêrtê agahî dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)