NûçeRojhilatanavin

Rojên dawiyê yên DAIŞ`ê li Sêrtê ya Lîbyayê

Çavkaniyên lîbyayî li bara kuştin û birîndarbûna bi dehan kes ji hêzên vî welatî dema pêşdeçûna ber bi meqerên herî dawiyê yên DAIŞê li bajarê peravî ya Sêrtê agahî dan. Hevgav artêşa Lîbyayê karî ku pareke mezin a taxên yek û sisiyan li navenda Sêrtê bixe bin kontrola xwe . `

 Hêzên ser bi Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê roja yekşemiyê qonaxa dawiyê ya  operasyona  dagirkirina  bajarê peravî yê Sêrtê,  navenda  herî mezin a DAIŞlê li Lîbyayaê destpê kirin û li meqerên dawiyê yên DAIŞê li vî bajarî hin pêşdeçûn bi dest xistin lê gelek xisar dîtin.

Li gorî gotina  çavkaniyên  xwecî dema pêşdeçûna  hêzên  Lîbyayî ber bi meqerên  DAIŞê û pevçûnên wan tev DAIŞê 34 kes ji wan hêzên dewletê û zêde ji 180 kes jî birîndar bûn.

Ji destpêka  pevçûnên  hêzên Binyan  El-Mersûsê ser bi  dewleta Lîbyayê li dijî DAIŞê li Sêrtê 453 eskerên artêşa  Tirkiyê hatin kuştin û zêde ji 2500 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve  çavkaniyên  lîbyayî li bara kuştina  Ebûomer El-Tûnisî yek ji serkirdên  DAIŞê li bajarê Sêrtê agahî dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu