ÎranNûçeRojhilatanavin

Rojhilata Navîn a ewleh û aram girêdayî bi hebûna hêzên çekdar ên Îranê ye

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Pêkhatina aramî û ewlehiyê li navçeya Rojhilata Navînê girêdayî bi hebûna hêzêzn çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye.

Hucet ul islam wel muslimîn Kazim Sidîqî li xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê bal kişande ser heşt salan dewrana Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heşt salî yê Rêjîma Beis a Iraqê li dijî Îranê ji sala 1980`î va) û her viha got: Dem û dewrana Berevaniya Pîroz nîşandana ramanên Inqilaba Îslamî li hemberî welatên hêzxurt û zorbêj bû.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, hucet ul islam wel muslimîn Sidîqî bi gotina viya ku gelê Îranê heşt salan li hemberî destdirêjî û zilm û zora welatên hêzxurt li ber xwe da, got: Dîrokê nîşan daye ku gelê Îranê destdirêjker nine, lê eger hat û welatekî destdirêjiya ser Îranê kir, wê tûşî bersiva qahîm a tund a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê were.

Wî her viha bi gotina viya ku Îran bi hêz û qawet riya têkoşîna li hemberî têrorîsmê didomîne, got: Dirûşmeya têrkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Amerîkayê û welatên din ên rojavayî derewek zêdetir nine; Çimku ewna hevrê û piştgira têrorîstan in.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê di dewama axaftina xwe da tevî şermezarkriina êrîşa vê dawiyê ya Amerîkayê li ser hêzên artêşa Sûriyê û kuştina hejmarek ji wan, got: Ev cûre kiryarên Amerîkayê pêştir jî li êrîşa li ser hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdi şeibî) û piştgiirya ji êrîşa rêjîma Israîlê li ser hêzên mêhwera berxwedanê li Quneytereya Sûriyê bi hevrêtiya Erebistana Siûdî hatiye dîtin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê destnîşan kir: Îro rojê şebekeyeke cîhanî li dijî serbixwetiya welatan û tevgera hişiyariya islamî li navçe û cîhanê bi mehneya şerê dijî têrorîsmê dixebite. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu