IraqNûçeRojhilatanavin

Rojhilata Navîn tûşî pirsgirêkên eşîretî bûye

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê roja sêşemiyê li hevdîtina  şêx Ehmed Bedredîn Hesûn miftiyê mezin ê Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku navçe vê gavê rastî pirsgirêkên mîna pevçûn û bêtifaqiyên eşîretî hatiye û ser yekitî û yekperçetiya umeta Îslamê jibo rawestana li ber komên tundrew tekez kir.

Ceferî li vê hevdîtinê destnîşan kir: Divê alim li xitabeyên xwe li bara pirsgirên ser riya umeta Îslamê biaxivin û bitaybet li qonaxa niha ku umeta Îslamê li hemî warên siaysî, aborî, cîvakî û ewlehiyê rastî gelek pirsgirêkan hatiye divê ji dîskorsên  mezhebî derkevin û bikevin nav  mijarên  ser umeta Îslamê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Divê umeta Îslamê jibo rawestana li ber grûpên terorîstî bi hev re bibin yek û ji saziyên  hikûmetî jibo rawestana li ber tundrewî û terorîzmê piştgiriyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu