IraqNûçeRojhilatanavin

Rojnamegera Iraqê ya ku hatibû revandin, hat rizgarkirin

Rojnamegera Iraqê Efrah Şewqî ku çend roj berê li Bexdayê hatibû revandin, hat azadkirin.

Rojnameger Efrah Şewqî di 27ê Berfanbara 2016an de li paytexta Iraqê Bexdayê ji hêla hin kesan ve li mala xwe hatibû revandin. Di dema revandina Şewqî de wesayît, komputer, telefon û gelek kelopelên wê jî hatibûn dizîn.

Şewqî piştî revandina xwe duh derengê şewê hat azadkirin lê nehate diyarkirin ku çawa hatiye revandin û kê wê revandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu