AsyaErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Rojnamevanê amerîkî: Erebistana Siûdî û Tirkiyê madeyên kîmamyî li Xûteya Rojhilat dane Bereya Nusreyê

Rojnamevanekî binavûdeng ê amerîkî aşkira kir ku Erebistana Siûdî û Tirkiyê madeyên sereke yên pêkênerê gaza kîmyayî dane ber destê koma têrorîst a Bereya Nusreyê li Sûriyê.

Li gorî rapora koma navneteweyî ya ajansa nûçeyan a Tasnim Newsê, Sêymor Hereş, rojnamevanê nsyar ê amerîkî li hevpeyivîna bi kanala têlêvîziyoniya Russia Today a Erebî bi bîr xist ku raporên ewlehkariyê pêgiriyê dikin ku Erebistana Siûdî û Tirkiyê madeyên bingehîn ên pêkênerê gaza kîmyayî ya sarînê didin ber destê koma bereya Nusreyê (Baska El Qaîdeyê) li Sûriyê.

Hereş ku xelata Bolîtêrzê wergirtiye di dewamê da got: Ev raporên istixbaratî nîşan didin ku Gaza sarînê ku li êrîşa kîmyayî ya sala 2013an li Xûteya Rojhiltê hat bikaranîn, ji cûreya gaza Sarînê nebû ku di bin kontrola artêşa Sûriyê da ye û ev mijar ji aliyê Saziya Qedexeya Berfirehkirina Çekên Kîmyayî va hatiye piştrastkirin.

Vî nivîskarê amerîkî her wiha koma nasyar bi Kumsipiyan rêxistineka propagandayî da zanîn.

Kumsipî bi navê fermî yê Berevaniya Medenî ya Sûrî saziyeka siyasî û dijî dewleta Şamê ye ku li navçeyên bin kontrola dijberên Esed dixebite.

Sêymor Hereş li gotûbêja bi têlêvîziyojna Russia Today a Erebî, mijara jehrîkirina Sêrgêyî Skrîpal sîxorê dualî yê welatiyê ûris li Inglîsê û got: Skrîpal hin zanyarî derbarê Mafyaya Rûsiyê dide saziyên istixbaratî yên Inglîsê… Ev bi vê wateyê ye ku heke kesek bixwaze wî biazirîne, Mafyaya Rûsiyê ye ne dewleta Rûsiyê.

Başa dön tuşu