FilistînNûçeRojhilatanavin

Berteka Rejîma Siyonîstî li hemberî gotinên Erîqat li Rêxistina Netewên Yekgirtî

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li berteka gotinên Saib Erîqat îdia kir ku ev gotinên sekretirê giştî yê komîta îcrayî yê saziya azadîxwaz a Filistînê(Palestine Liberation Organization) li Rêxistina Netewên Yekgirtî nîşanek din ji piştevaniya wan ji terorîzmê ye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Benyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî duh îniyê tevî diyarkirina hêrsbûna xwe li hemberî gotinên Saib Erîqat sekretirê giştî yê komîta îcrayî yê saziya azadîxwaze Filistînê(Palestine Liberation Organization) li Rêxistina Netewên Yekgirtî ku piştevaniya bereya berxwedana Filistînê (Hemasê) kiribû, îdia kir: “Gotinên Erîqat bi vê wateyê ye ku wî pesna terorîstan daye“.

Saib Erîqat li gotinên xwe yên roja pêncşemiya bihurî gotibû: “Hemas qet grûpekî terorîstî nîne û eva heqê gelê Filistînê ye ku li hemberî cinayetên şerî yên Rejîma Siyonîstî ji xwe berevaniyê bike“.

Wî bal kişande ser cinayetên nemirovane yên Rejîma Siyonîstî û ragihand ku tu cihêtiyek di navbera mirovkujên wekî DAIŞ`ê û cinayetkarên wekî Rejîma Siyonîstî ku zarokan di nav êgir da disojîne û dikuje, tune. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu