IraqNûçeRojhilatanavin

Rojnamevanê saziya Emaq a DAIŞê Ebu Salih, ji aliyên hêzên Iraqê ve hate girtin

Rojnamevanê DAIŞ’ê Ebu Salih hate girtin û aliyên veşartî yên beşa ragehandin û propagandayên rêxistinê eşkere kirin.

Rojnamevanê saziya Emaq a DAIŞê Ebu Salih, ji aliyên hêzên Iraqê ve hate girtin û îro 13.11.2016ê li pêş dadgeha Iraqê li xwe mûkir hat.

Ebu Salih aşkera kir ku alîgirên DAIŞ’ê bi awayekî veşartî wêne û videoyan ji Bexdayê digrin û bo rêxistinê birêdikin, ku armanc nîşandana gohertin û tevdîrên ewlehiyê yên li Bexdayê DAIŞ’ê agahdar bikin.

Ebu Salih ragehand ku her peyamnêrekî DAIŞ’ê li eniyên şer dikarin li gel du yan sê kes biaxivin û zanyariyan û wêneyan ji wan verbigre û bo bepirsên xwe rêbike.

Ev rojnamevanê DAIŞ’ê behsa belavkirina nûçeyên li Emaqê jî dike û dibêje, hemû wêne û nûçe ji gelek fîlterên hûnerî û ziman ve derbas dibin.

Ebu Salih diyar dike destpêkê mûçeyê wî 400 dolar bûye, lê piştre ji ber wêranbûna çavkaniyên aborî yên DAIŞ’ê mûçeyê wî mehane daxistine 220 dolar.  DAIŞ şikestên xwe yên li Mûsilê li hember hêzên artêşa Iraqê, pir giringî nadetê û di çapemeniyê de behsa êrîşên çekdarên xwe yên li Bexda û navçeyên din dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu