Rojnameya Ma’ariu ya bi zimanê Îbranî hişyarî da ku berxwedana Filistînê ji nû ve li Zîvala Gazayê xurt dibe.
Li gorî rapora IRNA`yê, rojnameya Ma’ariu ya Îbranî bi amaje bi şikestina Rejîma Israîlê li şerê dijî Gezeyê, nivîsî: Hêmanên girêdayî Hemasê karîbûn hin navendên bajarî li bakurê zîvala Gazayê bixin bin kontrola xwe.
Rojnameya Ma’ariu ragihand ku hêzên Hemasê karîn dest danîne ser dezgehên bajarî û di encamê de destkeftiyên di şerê li dijî Xezzeyê de bi dest ketine.
Nûçegihanê rojnameya Maariu diyar kir ku Benjamin Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîstî guh neda çarenivîsa esîrên vê rejîmê û nivîsî: “Eger endamekî malbata Netanyahu dîl bihata girtin, dê rewş cuda bûya û wî hewla zêdetir bo azadkirina wî dabû. wî.”