NûçeFilistînRojhilatanavin

Rola Ajansa Cihûyan di berfirekirina çêkirina bajarokan û bicihkirina cihûyan da

Ajansa Cihûyan ku di sala 1923an da hat damezirandin, yek ji baskên kargêr ên Rêjîma Sîyonîst di warê domandina zevtkirina warê pîroz ê Filistînê, berfirekirina bajarokan û berhevkirina cihûyan ji derva û bicihkirina wan li war û bajarokên hanê tê hesêb.

Li gorî şiroveya Malpera Dunya Al Watan a Filistînê, Ajansa Cihûyan pêkhateya sereke ya Rêjîma Sîyonîst e ku roleke kirêt û qirêj di hemî komkujî û cinayetên vê rêjîmê yên himber gelê Fiilstînê da heye. Herwiha destê vê ajansê di hilbijartinên Amerîkayê û yên Kongreyê, di meşandina sîyasetên Amerîkayê da û destnîşankirina serokomarê vî welatî da ku kargêrê planên sîyonîstan e, heye. Ajansa Cihûyan hema ji destpêkê va hewil daye ku koçkirina cihûyan ber bi warê Filistînê bi rêya kirrîna erdên filistînîyan zêde bibe û vê dawîyê jî di dema şerê di navbera Rûsiye û Ukraynê da, hewil dide ku cihûyan ji Ukraynê veguhêze Filistînê û bi vî awayî demajoya koçkirina cihûyên sîyonîst bo Filistînê hatîye lezandin û didome. Ajansa Cihûyan îsal zêde ji 61 hezar koçberên cihû veguhestine erdên dagirbûyî yên Filistînê.

Ev jordaçûna hejmara koçberên ku bera wan didin erdê Filistînê, nîşan dide ku planên Rêjîma sîyonîst ên çêkirina bajarokan û zêdekirina nifûsa cihûyan didomin û di encamê da herwiha zevtkirin û xirakirina erdên filistînîyan û dizîna serwet û çavkanîyên xwezayî yên wan ji hêla sîyonîstên dagirker va didome.

Başa dön tuşu