IraqNûçeRojhilatanavin

Rola girîng a Heşda Şebî li azadkirina Mûsilê

Berdevkê hêzên seferberiya gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşda Şebî got: Beşdariya van hêzan ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê hejmara goriyan kêm dike.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Ehmed Esedî berdevkê hêzên Heşde Şebî li axaftinekê got: Van hêzan şiyaneke taybet ji bo şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê hene.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî êvara îniyê tevî pêgiriya li ser viya ku şerê azadkirina bajarê Mûsilê ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê nêzik e ji rûniştiyên vî bajarî xwest ku hevkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikin.

Li vî halî, hêzên artêşa Iraqê navendên komam têrorîst a DAIŞ`ê li gundê Hûdê li navçeya Qiyarê ser bi başûrê Mûsilê dane ber topan ku di encamê da 70 DAIŞ`ê hatin kuştin û 25 erebeyên wan j nav çûn.

Cebar Yaver berdevkê hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê jî li hevpeyivîna tev IRNA`yê got: Dema destpêbûna opêrasiyona Mûsilê nediyar e, lê plandrêştin û hevahengiya ji bo opêrsiyonê ber bi bidawîhatinê ye.

Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê ji Hezîrana 2014`an va di din dagîrkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê ye.

Artêş û hêzên gelanî yên Iarqê pêdivî û xebatên destpêkê yên opêrasiyona azadkirina Mûsilê dest pê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu