Berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê li bara rola giring a hêzên Heşdi Şeibî li operasyona Mûsilê li rojên derbasbûyî xeber da.
Li gorî rapora Someriye Newsê, berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê roja çarşemiyê ragihand ku operasyona hêzên Heşdi Şeibî li şerê li dijî DAIŞ`ê li Mûsilê li rojên tê dê destpê bibe û yê van hêzana roleke berbiçav li piştgiriya ji hêzên çekdar ên Iraqê û her wiha operasyona azadkirina Mûsilê hebin.
Yehya Resûl tekez kir ku hêzên Heşdi Şeibî lêzanînên pêwîst hene û tim firînên keşfê didomînin û her cure hewldana terorêstên DAIŞ`ê jibo revînê dê şikestê bixwe.
Di eynî demê de mêdyayên Iraqê roja sêşemiyê ragihandin ku Hadî Amêrî fermandê sipaha Bedr a Iraqê tev hezaran kes ji hêzên Heşdi Şeibî derbasî mêhwerên rojava û başûrê operasyona azadkirina Neynewayê bûye.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê ji zarê kanala El-Iraqiyê, hêzên rawestana li ber terorîzma Iraqê navça El-Qelayê li mêhwera rojhilata Mûsilê azad kirin.
Hêzên rawestana li ber terorîzmê navenda eskerî ya Cenîmê li derdora navça azadbûyî ya Bertelê paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)