IraqNûçeRojhilatanavin

Rola girîng a Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê li opêrasiyona Mûsilê

Berdevkê opêrasiyona hevpar a hêzên iraqî destnîşan kir: Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdî Şeibî peywendiya têrorîstên DAIŞ`ê digel sînorên Sûriyê qut kirin.

Yehya Resûl berdevkê opêrasiyona hevpar a hêzên iraqî bal kişande ser girîngiya ropla Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê li bereya rojavayiya Mûsilê li bakurê Iraqê û got: Van hêzan riyên peywendiya DAIŞ`ê ji aliyê Sûriyê ber bi navçeyên Telefer, Şingal û bajarê Mûsilê qut kirn û ev bajar bi tamî dorpêç kirin.

Li vî halî fermandetiya opêrasiyona “Newynewa Em Tên“ a Iraqê roja duşemiyê ragihand: Hêîzên çekdar ên iraqî bi hevrêtiya Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê karîn ku navçeya El Kerameya Bakur li rojavaya Mûsilê ji bin dagirkeriya têrorîstan derxînin. Berî viya çekdarên iraqî roja yekşemiyê karîn ku navçeya El Kerameya Başûr li başûrê Mûsilê azad kirn.

Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê ku roleke bibandor li şerê dijî têrorîsma DAIŞ`ê hene, vê dawiyê bi dengê Erê yê nûnerên parlimana vî welatî li nav hêzên çekdar ên Iraqê bi fermî hatin naskirin.

Parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ji roja 17`ê Cotmeha sala 2016`an va bûye meydabna opêrasiyona leşkerî ya berfire bi armanca paqijkirina vê navçeyê ji çeteyên DAIŞ`ê û di qonaxa yekem a vê opêrasiyonê çil tax ji 56 taxên Mûsilê hatien azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu