Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Îranê got: Hêrsbûna Emerîka, Rejîma Siyonîstî û hin welatên ewrûpî û paşvero yên erebî ji destkewtên hevpeymaniya Îran, Iraq û Sûriyê li işkestdayîna komploya parvekirina welatên navçê, tê fehmkirin.
Elî Şemxanî, roja duşemiyê li civîna mezin a mamosteyên besîcî yên zanîngegên Têhranê got: Berfirehkirina piştgiriyên rasterast ên eskerî û îstixbaratî yên Emerîkayê ji komên terorîstî yên mîna bereya El-Nusreyê li Sûriyê û bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya NY li hember van kiryaran, şopandina siyasetên işkestxwarî yên Emerîkayê li Iraq û Efxansitanê ye.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Îranê destnîşan kir: Gelê Emerîkayê divê mîna berê xerca zêdegaviyên pûç û bêencam ên koşka Sipî bi sermayeyên madî û însanî bidin.
Şemxanî bal kişand ser alûgurên navçê û zelalbûna rola neyînî ya alîgirên DAIŞ`ê li dervey navçê û got: Rola navçeyî ya Îranê tam di xizmeta ewlehî, aramî û pêşketina navçeyê û rizgarkirina xelkê ji fitneya terorîzma tekfîrî ye.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Îranê her wiha got ku berfirehkirina hêzên berevaniyê yên Îranê nayê muzakirekirin û destnîşan kir: Stratejiya neguher a Komara Îslamî ya Îranê li siyaseta derve, berfirehkirina peywendiyên giştalî tev welatên dost ser mêhwera dabînkirina berjewendî û ewlehiya neteweyî û qebûlnekirina her cure zext û sepndina viyana biyanî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)