CîhanEwropaNûçe

Ronald Vîtîlo sergêrê beşa cihêner a Koçberî û Gomrukê li Wezareta ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê dest ji karê xwe berda

Li pey zext û sepandina nêrîna Koşka Sipî di Wezareta ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê û destjkarkişandina wezîrê û alîkarên vê wezaretxaneyê, rayedarekî din ê pileberz ê Wezareta ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê jî dest ji karê xwe berda.

Li gorî rapora NBCê, Ronald Vîtîlo sergêrê beşa cihêner a Koçberî û Gomrukê li Wezareta ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê ragihand ku ji sibe anku Îniyê va êdî li vê postê nemîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê pêştir Vîtîlo jibo serokatiya beşa Cihanînê ya Koçberî û Gomrikê li Wezareta ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê kir namzed, lê heftiya pêş namzediya wî betal kir.

Wêdaçûna Vîtîlo ji posta xwe li pey hewildana Koşka Sipî bi rvebiriya Stifen Mîlêr Rawêjkarê Trump jibo berxwegirtina tevdîrên dijwar di warê koçberiyê da pêk tê.

Beriya vêya jî Kirîstiyen Nîlsên, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê û alîkarê wî Kiliyêr Girîdî ji posta xwe wêda çûn.

Zexta Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li dijî koçberan tûşî dijayetiyên berfireh li vî welatî bûye.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Başa dön tuşu