ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Alîkariyên Îranê bo welatên cînar didomin

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, hesen Rûhanî, serokê Komara Islamiya Îranê îro piştî civîna serokên sê dezgehên birêvebir ên welêt (Kabîne, Meclis, Dadwerî) bi gotina viya divê milet bi xwe bikaribin serxwebûn, ewlehî û istiqrarê baş bi kar bînin, got: Îran alîkariyên bo cînarên ku ji Têhranê alîkarî xwestine, didomîne.

Rûhanî bal kişande ser hilkolandina alûgurên navçê li civîna serokên her sê dezghên rêvebirina welêt û got: Rewşa roja îro ya navçê rewşeke guncav nîne, kuştin didomin û têrorîst karên dijî mirovantiyê didomînin û di vê rewşê da saziyên navnetewî mewqiya wan roj bi rojê sîst û lawaz dibe.

Serokê Komara Islamiya Îranê pêkutî kir ku paşvekişîna serokê giştî yê NY li hemberî zext û zora welatekî bi hegera gefên daraiyê jibo ku navê wî welatî ji lîsta “binpêkirên mafên mirovan“ bê derxistinê , nîşan dide ku saziyên navnetewî idî ew mewqiya nivîşkan û sist a berê jî tinene.

Rûhanî bi gotina viya ku tenha riya çareserkirina aloziyên welatên navçê ev ye ku milet bixwe bikaribin serxwebûn, ewlehî û istiqrra xwe baş bi kar bînin, hêvî kir ku zûtirkê istiqrr û ewlehî li Iraq û Sûriyê pêk bê û têrorîst ji van welatan bên derxistin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu