Serokê Komara Îslamî ya Îranê li pêwendiya xwe ya bi riya têlêfonê bi serokomarê Fransayê ra got: Li gorî derketina yekalî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî, aliyên din ên Lihevkirina Atomî, pêwîst e ku lezeka pirtir û zelaltiyeka zêdetir bidin bernameyên xwe ji bo parastian vê lihevkirinê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Duşemiyê li pêwendiya bi riya têlêfonê bi Êmanoêl makronê serokomarê Frasnayê ra, bi gotina vê yekê ku piştî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî, berpiriyariya aliyên din ji bo parastina vê lihevkirinê giran e, her wiha got: Îran dixwaze ku Lihevkirina Atomî were parastin, lê di eynî demê da heke li warê garantîkirina riyên malî û diravî, nift, sîgorta û veguhestinê, pêşeroja bernameya cihanînê ya Ewropayê ron û zelal nebe, Têhran dê kiryarin din pêk bîne.
Serokomarê Fransayê jî li vê pêwendiya têlêfonî bi gotina vê yekê ku Parîsê dil heye pêwendiyên xwe bi Îranê ra xurt û berfireh bike, got: Fransa hertim hewildana xwe ji bo parastina Lihevkirina Atomî bi kar tîne û sozdarê vê lihevkirinê ye û dê bepirsiyariyên xwe cih bîne.
Makron tevî şirovekirina kiryar û pêngavên Fransayê û aliyên din ên Lihevkirina Atomî ji bo parastina vê lihevkirinê, got: Fransayê hewildaneka giştalî ji bo parastina Lihevkirina Atomî pêk aniye û li halê şopandina mêkanîzm û rêbazên cûrbicûr ên ticarî û malî di vî warî da ye.
Serokomarên Îran û Fransayê her wiha derbarê civîna tê ya wezîrên karên derve yên sê welatên ewropî hevrê digel Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê bi wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ra, guhertinên Sûriyê û civîna sêalî ya tê ya serokomarên Îran, Tirkiye û Rûsiyê her wiha têkoşîna dijî têrorîsmê axivîn.
Rûhanî û Makron li vê axaftina bi riya têlêfonê, li ser dewama têkilliyên nêzik ji bo pêşdabirina armancên hevpar pêgirî kirin.