ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Amerîka di rewşa herî xirab a cîhanî de ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku bilî çend welat û rêjîman li herêmê, tu kes li rex Amerîkayê nîne û got: Amerîka roja îro di rewşa herî xirab a cîhanî de ye.

Hesen Rûhanî îro li civîna desteya wezîran herwiha got: Roja îro hevgirtîyên Amerîkayê li rex vî welatî nemane û heta hevgirtîyên hertimî yên Amerîkayê jî ji vî welatî dûr ketine û ji ber vê dûrketinê şanazîyê dikin.

Rûhanî herwiha got: Heta sazîyên navnetewî yên wekî NY, Sazîya Perwerde, Zanist û Çandê ya NY (UNESCO), Sazîya Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) û Dîwana Navnetewî ya Cezayê sîyasetên Amerîkayê qebûl nakin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser vîya ku rewşa navxweyî ya roja îro ya Amerîkayê bi ya salên buhurî re ferq dike û roja îro yek ji dewranên herî xirab di dîroka Amerîkayê de ye, dîyar kir: Roja îro li nav lêkoler, rewşenbîr û ramanweran kêm kes hene ku digel berpirsên Qesra Sipî bin û heta hinek ji wan bi aşkirayî berpirsên Qesra Sipî sefêk û neaqil bi nav dikin û ev yeka di dîroka Amerîkayê kêm qewimîye.

Rûhanî bi gotina vîya ku Îran roja îro di şerekî aşkira li hemberî zorbêjên dîrokê da ye, pêgirî kir: Gelê Îranê bê guman dê serketîyê vê meydanê be.

Başa dön tuşu