ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: “Amerîka ji ber binpêkirina sozên cîhanî û rêketina navokî bê hêtibar bûye“

Serokkomarê Îranê got: “Amerîka hem ji babeta navnetewî û hem jî ji ber xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê welatan ji gelê Îranê işkest xwariye“.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li rêûresma kutahiya dewra 9-an a festîvala navnetewî ya Farabî li Têhranê destnîşan kir: “Amerîka li du babetan li hemberî gelê Îranê işkest xwariye yek ji ber binpêkirina soz û qirarên navnetewî li bara rêketina navokî û ya dudyan jî xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê Îranê ku bîrûraya giştî ya gelê cîhanê li hemberî van siyasetên Amerîkayê rawesta“.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser viya ku amerîkiyan pê siyasetên xwe yên îstekbarî, dîktatorî û xwequrekirinê nekarî li ser bîrûbawera giştî ya gelê cîhanê tesîr bike got: “Eva işkestek ji bo Amerîka û serketinek mezin ji bo gelê Îranê bû“.

Ruhanî destnîşan kir; “Li rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 serketinin ji bo gelê Îranê hatine dest ku qet ji nav naçin û kes nikare van serketinan îbtal bike“.

Wî bal kişande ser viya ku qet Îran bi dû çek û sîlahên navokî nîne û li hemû gotûbêjên Îranê tev grûpa 5+1 ev yeka hatiye gotin û li lêgeryanên curbicur ên saziya navnetewî ya enirjiya atomî ji Îranê jî ev rastiya siyaseta Îranê îspat kiriye ragihand: “Hemû welatan li biryarnama Rêxistina Netewên Yekgirtî îteraf kirine ku heqê Îranê ye ku dewamê bide lêkolînên xwe yên aşitîxwazane yên navokî û eva serketinek ji bo gelê îranê ye ku qet ji nav naçe“.

Ruhanî bal kişande ser xebata hinedek ji welatan bona alozîçêkirin û cinayetan û destnîşan kir; “Ew aliyên ku dixebitin aloziyan li navça Rojhilata Navîn çêbikin qet haje rewşa civakî ya vê navçê nînin û ji pêşe û teknolojiyên ber dest bona pêşbirina van cure hedef û armancên xwe behre digirin“

Başa dön tuşu