ErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Kardarê balyozxaneya Erebistanê li Swîsê hat vexwendin

Wezareta Karên Derve ya Swîsê, Kardarê Erebistanê li Bêrnê têkildarî bêserûşûnbûna Cemal Xaşiqçî nivîskar û rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî, vexwend.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Atiye Bartêş, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Swîsê tevî vexwendina paşazade, Mensûr Bin Nasir Evdilezîz, got: Bêrn ji ber nûçeyên têkildarî wendabûna Cemal Xaşiqçî gellek ketiye nav fukaran û daxwaza ronkirina  çarenûsa vî nûçegihanî dike.

Vî rayedarê Swîsî derbarê hitmala sepandina boykotan dijî Erebistanê de got: Heke Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) biryareka visa bide, Swîs jî erkdar e ku boykotan bisepînbe û dê wan cih bîne.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Civaka Navneteweyî daxwaza bersivdayîna Riyazê li vî warî da kiriye.

Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.

Başa dön tuşu