ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Amerîka û Rêjîma Sîyonîst hertim xêrnexwazê gelên navçê bûne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Amerîka û Rêjîma Sîyonîst hertim xêrnexwazê gelên navçê bûne û ji bo hebûn û serdestîya xwe li navçê hecet çêkirine ta ku nift û heyîtîya navçê talan bikin.

Hesen Rûhanî îro li civîna desteya wezîran herwiha got: Zilhêzên mezin û rojavayî hertim bi dû duberekî û nakokîyê di navbera gel û welatên navçê de bûne û em hêvîdar in ku hikimdarên hin welatên navçê jî bi femkirina vê rastîyê, di rêka tifaq û hevdengîya gelên navçê de pêngavan rakin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dewleta Amerîkayê şarezatîyeke taybet di warê talankirina welatên navçê nemaze Erebistanê de heye ta ku bi firotina çekên curbicur, agirê şerê li navçê gurr û vêxistî ragire.

Wî bal kişand ser dijminatîya Erebistanê li hemberî gelên navçê ji wan ên Iraq, Sûrîye û Yemenê û got: Komara Islamî ya Îranê bilî xêrxwazîyê nêteke din li hemberî gelên navçê tineye û daxwaza Îranê li navçê, aştî, ewlehî, istiqrar û pêşketina Yemen, Iraq, Sûrîye û heta Erebistanê ye.

Rûhanî bi gotina vîya ku divê êrişên hewayî û destdirêjîya ser gelên navçê bên rawestandinê, ragihand: Tawanbarkirina Îranê bi destwerdana li karên welatên navçê li halekî ye ku Komara Islamî ya Îranê li gorî daxwaza dewleta Iraq û Sûrîyê û ji bo têkoşîna li hemberî têrorîsmê, alîkarîya van welatan dike û karîye nehêle DAIŞ bigihêje armancên xwe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê ji berpirsên Erebistanê re got: Heke hûn fikir bikin ku Îran ne dostê we ye û Amerîka û Rêjîma Sîyonîst dostê we ne, ev fikira şaşitîyeke istiratêjîk û texmînkirinê ye.

Başa dön tuşu