ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Amerîka û welatên rojavayî bi dû talankirina çavkanîyên welatên ereb in

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Amerîka û welatên rojavayî bi dû talankirina çavkanîyên welatên ereb in.

Hesen Rûhanî îro li merasima fermî ya vekirina Bûyera Tewrêzê-2018 li bakûra rojavaya Îranê zilma li hemberî gelê mezlûm ê filistînê û kuştina wan bi destê sîyonîstan encama nêrîn û hizra çewt û şaş zanî û got: Hin welatên navçê fikir dikin ku Qesra Sipî divê ji bo rojavaya Asyayê biryarê bide û ser vê bawerê ne ku rêjîmeke zevtkir, zorbêj û zalim herim dikare li ser gelên hin welatên navçê serdest be.

Rûhanî bi gotina vîya ku bîyanîyan heta niha ewlehî ji bo navça Rojhilata Navînê neanîne, dîyar kir: Wêrankirina Efganistanê, êrişa ji erd û esmîn ser Iraqê da, serdestîya têrorîsmê li hin welatên navçê û balafir û bombên ku ketin ber destê Erebistanê, ji wan nîşan û şopên hebûna bîyanîyan li navçê ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha bi gotina vîya ku Îranê ji dinyayê ra isbat kirîye ku bi dû çekên komkujîyê nîne, ragihand: Danûistandina berfire û avakir a Îranê digel cîhanê tenê ji ber rêketinama navokî nîne, belkî Komara Islamî li danûistandina digel cîhanê bi dû berjewendîyên hevpar e û hertim ragihandîye ku rêya durist, lihevkirina ser xêra her du alîyan e.

Rûhanî berfirekirina geştyarîyê yek ji rêyên danûistandina kêrhatî û erênî bi cîhanê re zanî û got: Geştyarî dibe sebeb ku gel cîhanê û dîrokê baş fem bikin.

Tewrêz di sala 2018`an de wek Paytexta Geştyarîyê ya Welatên Islamî hatîye bijartinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu