ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Amerîka wê li pîlana xwe ya nû bi ser nekeve

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Tevî boykotên Amerîkayê, gelek ji welatên asyayî û ewrûpî dixwezin ku bi Îranê re hevkariyê bikin.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja Çarşemiyê bal kişand ser axiftina nûnerên welatan bi Îranê re bona dewama hevkariyên aborî û pêgîrî kir: Amerîkî wê li pîlana xwe ya nû bi ser nekeve û berebere li halê paşdakişyanê ne ji ber ku di warê rawestandina derfirotina nifta Îranê, serketî nebûne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku amerîkîyan dil hene bi zextên rewanî û aborî, gelê Îranê hêrs bikin û destnîşan kir: “Gelê Îranê ji destê amerîkiyan û cinayetên wan bi hêrs in”.

Ruhanî herwiha got: “Em bi hêsanî dikarin ji pirsgirêkan derbas bibin û em dibêjine aliyên xwe yên bazirganiyê ku zextên Amerîkayê wê demkiî bin”.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dewamê qedrê dewlet û gelê Iraqê ji ber xizmetên li ziyaretkerên Kerbelayê li Erbeînê girt û got: “Peyama Erbeyîna Îmam Hisên (S), peyama azadî, serxwebûn, ewlehî û aştiya cîhanî ye û divê hemî evîndarên azadî û mirovantiyê li dû wê bin.

Başa dön tuşu