ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Aşûrîyan hertim ji bo pêşketina Îranê hewil dane

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê ji bo Kongira Aşûrîyên Cîhanê li Beyrûta Libnanê, qedrê rol û cîgeha Aşûrîyên Îranê girt û pesan wan da ûpêgirî kir: Aşûrîyan ji bo pêşketin û serfirazîya Îranê hertim hewil dane.

Hesen Rûhanî di vê peyamê de ragihand ku ew dostê hemî Aşûrîyên cîhanê ye û dîyar kir: Aşûrîyên Îranê wekî etnîk û mezhebên din, êş û derdên Îranê kişandine û digel miletê Îranê bi can û heyîtîya xwe li hemberî destdirêjîya ser Îranê têkoşîn meşandine.

Rûhanî bal kişand ser rola berbiçav a Aşûrîyan di warê jîyana aştîyane ya bi hev re û hevdufemkirina wan û misilmanan û got: Di navbera misilman û meshîyan de bi hegera babetên hevpar ên dînî û bawerîyê peywendîyeke taybet heye û hezretê Mesîh (S) cîgeheke taybet ji bo misilmana heye ku di Quranê de jî bi caran basa wî û vê yekê hatîye kirinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê hêvî kir ku têkilî, hevgirtin û danuistandina berfire ya Aşûrîyan û misilmanan û mesîhîyan li welatên din wek berê bê parastinê.

Kongira Sêrojî ya Yekitîya Aşûrîyên Cîhanê şeva buhurî li Libnanê destpê bû.

Aşûrî li zêde ji 40 welatî hene ku wan tenê li Îran û Iraqê nunerê xwe hene, herçend ku li Sûrîye, Tirkîye, Swêd û hin elatên din jî çend parlimanterên wan hene lê ew bi saya karên hizbî bûye.

Başa dön tuşu