Rûhanî: azadiya Mûsilê, cejna serketina gelên navçê li hember terorîzmê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê serketinên dewlet, artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li hmeber terorîzmê pîroz kir û destnîşan kir: Azadiya Mûsilê wek sembolek jibo kutakirina terorîzmê û cejna serketina Îarn, Iraq, Sûriyê û hemî welatên li navçê ye ku li hember diayrdeya meizn a terorîzmê şêr dikin.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ay Îranê berêvara sêşemiyê li hevdîtina bi Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Têhranê got ku rawstana li ber terorîzmê û pêkanîna ewlehiyê li navçê maye ser hevkarî û hewahengiya hemî welatan û diyar kir: Komara îslamî ya Îarnê ku serketina li hember terorîstan û ewlehiya neteweyî ya Iarqê weke serketin û ewlehiya xwe dizane, hertim li kêleka gelê Iraqê bûye û yê bimîne.
Rûhanî, giranbûna kiryarên terorsîtî û xebata treorîstan li navçê beşek ji plana kirêt a siyonîstan da zanîn û got: Nabe ku rawestana li ber terorîzmê bibe sedema kêmrengbûn û jibîrkirina mesela Qudsê û xetera Rejîam Siyonîstî li navçê.
Rûhanî her wiha ser pêwîstiya parastina yekperçetiya welatan li navçê û nebûna her cure guhertina cuxrafiyayî li sînoan tekez kir û got: Guhertinên cuxrafiyayî û hilweşandin nayê qebûlkirinê û ser qazanca tu yek ji welatan li navçeyê nîne û Îranê piştgiriyê dide yekperçetiya Iraqê û bêguman dê her hereketa ku yekitî û yekperçetiya Iraqê lawaz bike dê ser qezanca tu kesî nebe.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê tekez kir: Iraq cidî ye ku peywendiyên xwe li hemî waran bi Komara Îslamî ya Îranê re berfireh bike.
Serokwezîrê Iraqê her wiha xurtkirina hevkariya hemî welatên navçê bi taybet Îran û Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê pêwîst da zanîn û got: Terorîstên DAIŞ`ê tu sînorekê nas nakin û divê hemî welat jibo rawestana li ber vê gefa hevpar hevkariyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)