FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Bêguman yek ji rêyên bidestxistina serketinê, yekîtiya tevahiya gelê Filistînê li hemberî Rêjîma Siyonîst e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tenha rêya serêxwegirtina mafê binpêkirî yê gelê bindest ê Filistînê berxwedan û sekinîna li hemberî rêjîma dagirker a siyonîst da zanîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Serokomartiyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê li hevdîtina bi Ziyad Nexale Sêkrêtêrê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filsitînê li Têhranê tevî amajeya bi berxwedana 70 salî ya gelê Filsitînê li hemberî destdirêjî, zilm û dagirkeriya siyonîstan, her wiha got: Tevahiya misilmanan divê pişta gelê Filsitînê ji bo bidestxistina mafê xwe. vegeriyana awareyên filsitînî û peytextiya hertimî ya Qudsa Pîroz bigirin.

Rûhanî tevî amajeya bi girîngiya yekîtiya navbera filistîniyan, got: Bêguman yek ji rêyên bidestxistina serketinê, yekîtiya tevahiya gelê Filistînê li hemberî Rêjîma Siyonîst e û ev rêjîm bi berxwedana xortên filistînî dê têbigihêje ku serdestiya l ser Filsitînê ne pêkan e.

Ziyad Nexale jî tevî raberkirina raporekê ji dawîn guhertinên Filsitînê û şiyan û amadetiyên zêde yên komên berxwedanê got: Bêguman piştevanî û helwêstên bingehîn ên Komara Îslamî ya Îranê, roleka mezin di warê têkçûna wan hewildanan e ku armanca wan, grêdana dosyeya mafên gelê Filistînê ye.

Sêkrêtêrê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi gotina vê yekê ku gtelê Zîvala Xezeyê tevî hebûna zextan li hemberî Rêjîma Siyonîst û plana amerîkî ya nasyar bi Danûstandina Sedsalê rawestiyane, destnîşan kir ku gelê Filistînê tevî hebûna tevahiya zext û gefan, dê heta bidestxistina mafên xwe dest ji berxwedan û têkoşîne nekişîne.

Başa dön tuşu