İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rûhanî: Berxwedana gelê Îranê li hemberî komployên biyaniyan pêwîst e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê gel vexwend ku bi awayekî berfireh û girseyî li meşa Yewmullaha (Roja Xwedê) 22`ê Meha Behmenê beşdar bibin û diyar kir: Di rewşa niha ya cîhanê da, pêwîst e em ku zêdetir ji berê ser armancên inqilabê û yekitiyê pêgiriyê bikin û li hember komployên biyaniyan bisekinin.

  Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya sêşemiyê li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Ferhengî got: Cihê şanaziyê ye ku li 38 salên derbasbûyî da gel bi hemen coş û germiya destpêka inqilabê hîn di meydanê ne û bi rawestan û cangorîtiya li riya cihhatina armancan ji nizama Îslamî li hember cureyên  komployan berevanî kirine.

Rûhanî, Nizama  Îslamî, serbixwetî, hakimiyeta neteweyî û viyana Îranê û viyana gel destkevta mezin a  inqilabê da zanîn û got: Xêncî viya  pêşketinên mezin ên zanistî, çandî û xizmetên  civakî bo gel ji wan destkevtên  tevgera Îslamî ye .

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku beriya inqilaba Îslamî dewleta Îranê wek amûrekê di xizmeta nizama serdestîxwaz a cîhanî bi serkirdetiya  Emerîkayê tev digeriya û diyar kir: Îro rojê bi xêr û bereketa inqilaba îsalmî, Îran welatekî bihêz û biqawet, rêzdar û bibandor li alûgurên  navçê û cîhanê ye .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) bi feraset û nêrîna li pêşerojê, rênimûniya inqilaba îslamî kir û got: Nêrîn û stratejiya  “Gulê li hember Gulleyê“, bû sedemku çend rojan beriya  serketina inqilaba Îslamî, xebatkarên hêza hewayî bi hizûra li  pêşberî Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) emekdariya xwe ragihandin û vê kiryarê  pişta rejîma zordariya paşatiyê şikand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version