ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî bi minasîbeta Roja Nûçegihanan: Werin em pênûsan neşkînin û devan girê nedin

Serokê Komara îslamî ya Îranê li peyama xwe ya pîrozkirinê bi boneya 17`ê meha  Mordadê anku 8`ê Tebaxê,wek roja Nûçegihanan, destnîşan kir: Karek ji “Qelema Işkestî” û “Devê Girêdayî” nayê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Serokê Komara Îslamî ya îranê, Hesen Rûhanî roja Sêşemê li ser Instagrama xwe nivîsî: “Werin em pênûsan bi mehneyên pûç neşkênin û devan bi mehneyên nedurust girênedin. Em bihêlin bila li vê civakê “Azadiya Berpirsyarane” hebe”.
Wî di dawiya vê peyama xwe da Ropja Nûçegihanan li hemî nûçegihan û çalakên mêdyayî pîroz kir.
Mehmûd Sarimî berpirsê nivîsgeha Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA) li Efxanistanê di roja 17`ê Meha Mordana 1377`an a Koça Tavî (8`ê Tebaxa 1998`an) li bûyera kuştina dîplomatên îranî li bajarê Mezar Şerîfê bi destê Talibanê şehîd bû.
Ev roj di salnameya fermî ya Îranê da wek Roja Nûçegihanan hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Başa dön tuşu