ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Bijartina rêberê giranqedr ê Inqilabê lutf û enayeta taybet a Xwedê bû

Serokê Komara Islamî ya Îranê bijartina rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî enayet û lutfa taybet û xas a Xwedayê mezin da zanîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiya Îranê, Hesen Rûhanî, serokomarê Îranê berêvariya sêşemiyê, 31`ê Gulana 2016`an, li civîna Konseya Bilind a Inqilaba Çandî ya Îranê li Têhranê tevî pêgiriya li ser rola rojên girîng ên meha Xurdada sala 1342`an (1963`an) li damezirandina bizava islamî, got: Bijartina hezretê ayetullah Xamineyî wek rêberê Inqilaba Islamî derdem piştî koça dawîn a îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be), hasila lutf û enayeta Xwedê, sebeba wêdaçûna xem û kesera xelkê ji ber rêhleta wî û aramî û xurtbûna pergala Komara Islamî bû.

Rûhanî tevî jinûve xwendina axaftina dîrokî ya îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) li roja 13`ê Xurdada 1342`an (Roja 2`ê hezîrana 1963`an hevdem ligel roja Aşûraya îmam Husêyn (S)) û geşbûna bizava islamî li vê salê da, ji ber hatina salvegera rêhleta xîmdarê Komara Islamî ya Îranê sersaxî da û hêvî kir ku bi dewama riya îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) û bi rênumayiyên rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî û bi rakirina hinek ji pirsgirêkan, armancên bilind ên Inqilaba Islamî serê xwe bigirin.

Serokê Konseya Bilind a Inqilaba Çandî tevî ravekirina nigeraniyên piştî rêhleta îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) û helwêsta hilêxistî li Civata Şarezayên Rêbertiyê ya wê demê ji bo bijartina Konseya Rêbertiyê, her viha got: Tevî van meseleyan bi lutf û enayeta taybet a Xwedê û bi dengê Civata Şarezayên Rêbertiyê di dema herî kin da rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hat bijartin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: `Li roja 14`ê meha Xurdada sala 1368`an (3`ê hezîrana sala 1989`an) kesayetiyek hat bijartin ku ne tenê wê rojê belkê eger her demeke din heta vê demê biryar bû em kesekî ji bo berpirsiyariya giran a rêbertiyê bibijêrin, me yê salhtir û hêjatir ji hezretê ayetullah Xamineyî peyda nekiriba.` (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu