ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Krîza Sûriyê rêçareya xwe ya leşkerî tineye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêvajoya muzakireya Astanê û rola Îran, Rûsya û Tirkiyê li çareseriya krîza Sûriyê girîng nirxand û got: Hewldana rastîn ji bo kutakirina krîza Sûriyê û pêkanîna mijarênpêwîst ji bo avakirina dubare ya Sûriyê û serastkirina riya vegerîna awareyên sûrî ser mal û warên xwe divê bibe karê sereke yê sê welatan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro çarşemê li Civîna sê alî ya duyemîn a serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê ku ji bo hilkolandina krîza Sûriyê pêk hatiye got: Krîza Sûriyê rêçareya xwe ya leşkerî tineye û li vî halî ti rûçareyek ku ji derve jî li ser were dasepandin nagihêje encamê û tenê riya vê krîzê riya demokratîk e ku divê gelê Sûriyê bi xwe wê bikar bîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyê ijareke baş ji bo despêkirina pêvajoya çareseriya bi aştî ya krîza Sûriyê pêk aniye.

Ruhanî li ser berdewamiya gotûbêjan di navbera hikûmetê û muxalifetê de û lidarxistina hilbijartinên azad li Sûriyê pêgîrî kir û got: Mudaxileya biyaniyan ji bo pêkanîna hikûmeta ku bi xwe dixwazin li Sûriyê bi tenê dibe sedema berdewamiya krîzê.

Ruhanî bal kişand ser rewşa diltezîn a însanî li Sûriyê û ji civaka cîhanî xwest bêyî binpêkirina hakimiyet û serweriya neteweyî ya Sûriyê alîkariyên xwe yên însanî ji bo gişt deverên vî welatî pêşkêş bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha desnîşan kir ku Îran ji bo avakirina dubare ya Sûriyê amade ye û got: Hebûna hêzên biyanî li Sûriyê ya bêyî îzna dewleta vî welatî neqanûnî ye û divê zêka kutayî lê were.

Ruhanî herwiha got: Hewldana ji bo perçekirina axa Sûriyê ser ti nav û rewşekê nayê pejirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu