ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê inqilabê: Rêya ku inqilabê derbas kirîye, nîşanên hêvîçêkir nîşan dide

Di salvegera çilê Îmam Huseyn (S) salar û pêşengê şehîdan û hevalên wî yên wefadar, desteyên xwendekarên zanîngehên Îranê li Huseyniya Îmam Xumeynî (RE) civîyan û li cem rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî şîngêrî û tazîdarî kirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedir ê inqilabê li axavtineke kurt li koma xwendekarên zanîngehan tevî rêzgirtina li merasima pircoş a tazîdarîya di çilê Îmam Huseyn (S) de got: Ev civîn divê vîna her kesî misoger û qahîm bikin û girîng e ku di vê rêkê de em hertim berdewam bin û nekevin ber bayê pirsgirêk û berbendan.

Hz. ayetulah Xamineyî herwiha got: Riya xebat û hewldanê di çarçoveya riya Xwedê teala de, cihanîna rastî û dadmendîyê û bidestxistina şaristanîyet û civaka islamî riyeke dijwar û tijî evraz û nişêv e, lê dema em riya ku Inqilaba Islamî heya roja îro derbas kirîye û herwiha pêşerojê mêze dikin, ew riya, nîşaneyên tam hêvîçêkir, biserkevtin û dawîxêrê nîşan dide.

Li dawîya vê merasimê, xwendekaran bi pêşnimêjîya rêberê giranqedir ê inqilabê nimêja nîvor û danê êvarê kirin.

Başa dön tuşu