ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Cîhan neyarê siyasetên yekalî yên Amerîka ye

Serokkomarê Îranê bal kişande serviya ku îdiaya alîgîriya Amerîka ji xelkê Îranê pûç û bê xîm û binyate destnîşan kir: Para pirtire welatên cîhanê neyarê siyasetên yekalî yên Amerîka ne û fermanên vîwelata tamil nakin.

Li gor raporaajansanûçan a IRNA`yê, Hesen Ruhanî Serokkomarê Îranê li gotarek xwe ku li rojnama Waşîngton Postê belav bûye , bal kişade ser derkletina Amerîka ji nav rêketina navokî û destnîşan kir: Amerîka pêşbînî diki ku eger ev welata ji nav vê rêketinê derkeve Îran jî dê derkeve û paşê ew welata dikare hevalbendiyekî cîhanî dijî Îranê pêk bîne û dikare boykotên dijî Îranê îcra bike lê siyaseta Îranê ku mecal daye Ewrûpa hemû nexşe û pilanên Amerîka pûç kirin.

Ruhanî bal kişande ser dewama gotûbêjên di navbera Îranê û endamên din yên ku rêketina navokî îmza kirine, bona parastina vê rêketinê û ragihand ku dewama van gotêbêjan Amerîka li cîhanê bitenê hêştiye û renge babetên gelek kêm hebin ku wekî rêketina navokî ku neyariyên di navbera Amerîka û Ewrûpa ewqas zêdebikevin berçavan û eva nîşana viyaye ku siyaseta navokî ya Komara îslamî ya Îranê siyasetekî zelal û berheqe.

Serokkomarê Îranê bal kişabnde ser viya ku siyaseta derve ya Amerîka li bara Îranê gor rastiyan nehatiye danîn got. Eva ku Amerîka nûçeyên nedirust ji aliyê grûpên terorîstî û rejîma Siyonîstî li bara Îranê verdigire dibe sebeb ku lêkolînên nedirust û biryarên nekarzanî ji aliyê karbidestên Amerîka bêne girtin û ewna wisa xeyal bikin ku dikarin bi boykotan ji Îranê par û pişkan bigrin.

Başa dön tuşu