İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ruhanî: Cîhanê bersiva Na da zêdexwaz û tundrewan

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji vê yekê ku tundrew û şerxwazan û ewên ku bi nerastî minaqişa têsta mûşekî ya Îranê dikişînin nav Rêxistina Netewên Yekgirtî û Konseya Ewlekariya wê û bi bêhêvîtî jê vegeriyan kêfxweûiya xwe diyar kir.

Li gor rapora IRNA, serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro piştî kutabûna rûniştina desteya wezîran di nav koma nûçegihanan de got: Cîhanê bersiva Na da zêdexwaz û tundrewan û ragihand ku hewldanên Îranê bi tenê ji bo parastina vî welatî cih tê.

Ruhanî got: Îran qet li fikra desdirêjiya ser welatekî din bi taybetî cînarên xwe de nîne û sîlahên Komara Îslamî ya Îranê bi tenê ji bo parastina xwe ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê anî ziman ku netwê Îranê ji kêşe û tundrewiyê bêzar e û hêvîdariya xwe diyar kir ku bi alîkariya netewê Îranê li navçê de aştî, îstiqrar û ewlekarî damezire û welatek an du welatên ku ji riya rastiyê derketine û şidet û tundrewî girtine ber xwe vegerin ser riya dirust û rast.  (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Exit mobile version