IraqNûçeRojhilatanavin

Her çar aliyên kurde Herêma Kurdistana Iraqê ku ji encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê nerazî bûn duh yekşemê ragihandin ku hevalbendiyekî nû bona pişkdariya li prosa siyasî ya Iraqê pêk anîne

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Her çar aliyên kurde Herêma Kurdistana Iraqê ku ji encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê nerazî bûn yanî  Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymaniya bo Dadperwerî û Demokratiyê û Komela Îslamî duh yekşemê ragihandin ku hevalbendiyekî nû bona pişkdariya li prosa siyasî ya Iraqê pêk anîne.

Serokên van 4 aliyên nerazî ragihandin ku bi pilaneka eşkera bona hevalbendiyeka nû tev aliyên iraqî diçine Bexdayê.

Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymaniya bo Dadperwerî û Demokratiyê û Komela Îslamî  tev du partiyên sereke yên Herêma Kurdistana Iraqê yanê Partî û Yeketiyê li ser meselên curbicur neyarî hene.

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê, aliyên nerazî yên Herêma Kurdistanê çend civîn bo pêkanîna hevpeymaniyekê encam dan.

Roja 12ê Gulanê encamên hilbijartinên Parlemantoya Iraqê hatin ragihandin, lê hejmarek ji aliyên Herêma Kurdistana Iraqê nerazîbûna xwe ji wê proseyê nîşan dan û tane li encaman dan, loma careke din deng bi destan hatin hejmartin, lê ti guhartin di hejmara kursiyan de nehat dest.

Başa dön tuşu