İslami Davet Kurdi Bange İslami

RÛHANÎ: “DESTPÊKİRÊ RÊKETİNAMA NAVOKÎ RİYA TECRÎDÊ BİJARTİYE“

Serokê Komra Îslamî ya Îarnê bal kişand ser vê yekê ku rêketinnama navokî hevhatina dualî nîne û destnîşan kir: “Her welatê ku destpêkirê binpêkirina rêketinnama navokî be, li kêleka binpêkirina berpirsiyariya xwe ya hiqûqî, riya tecrîdê bijartiye“.

Hesen Rûhanî roja çaşemiyê li dawiya sefera Niyoyorkê jibo beşdariya  li 72emîn civata giştî ya  NY li civîneke rojnamevaniyê tev medya  navneteweyî destnîşan kir, “Gelê Emerîka û Ewrûpyê ji hewldanên  Waşengtonê jibo derketina  ji hevhatina  navokî navbera Îran û koma 5+1`ê piştgiriyê nake“.

Serokê Komara Îslamê ya Îranê bal kişand ser edebiyata cahilane û tawanaên  bêbingeh û pûç ên roja sêşemiyê yên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî gelê Îranê li civata giştî ya  NY û got: “Em li bendê ne  ew ji gelê Îranê daxwaza lêborînê bike“.

Rûhanî her wiha  li bara cinayetên  artêşê û bûdaiyên  Miyanmarê li dijî misilmanên  Rohîngiyayê bal kişand ser vê yekê ku  li Miyanmarê paqijkirina etnîkî cih tê û destnîşan kir: “NY û Konseya Ewlehiyê divê li vê barê destxwe biryarê bidin“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara qeyrana  Yemenê jî got: “Gelê vî welatî ketine ber êrişa bêrehmane ya Erebistanê“.

Rûhanî her wiah got: “Êrişa Erebistanê ser Yemenê bûye sedema  berfirehbûna  nexweşiyên bitalûke li vî welatî“.

Rûhanî bal kişand ser pitgiriyên  Komara Îslamî ya Îranê ji Iraq, Sûriye û Lubnanê jibo rawestana  li ber terorîstan û got: “Îranê li pratîkê de nîşan daye ku jibo rawestana li ber terorîzmê cidî ye“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got  ku “Îranê alîkarî daye  Iraq, Sûriye, Lubnan û welatên din ku bikaribin ewlehî û aramiya xwe dabîn bikin“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version