ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Dewleta Îranê dê li kêleka xelkê erdhejlêxistî de bimîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li nava koma xelkê erdhejlêxistî yê bajarê Serpolzehabê li parêzgeha Kirmaşanê li rojava Îranê tekez kir: Dewlet dê xelkê erdhejlêxistî bi tenê nehêle û wek xizmetkar dê li kêleka xelkê bimîne.

 Erdhejeke 7.3 rîşterî yekşemiyê şevê rojava Îranê hejand. Heya niha li encama  vê erdhejê 430 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 7 hezar û 400 kes birîndar bûne.

Hesen Rûhanî roja sêşemiyê li nava  koma xelkê bajarê Serpolzehabê sersaxî da malbatên ku ezîzên xwe li encama buyera erdhejê ji dest dane û hêviya  şifayê jibo birîndaran kir û got: Dewlet jibo avedankirina malan û alîkariya  jibo jiyana xelkê birîndar û kesên ku  malên wan li vê buyerê li bajar an gundan tûşî xisarê hatine alîkariya belaş û deynên  demdirêj terxan bide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji gelê parêzgeha Kirmaşanê, seranserê Îranê, hêzên  gîhandina alîkariyê û hêzên  çekdar jibo gîhandina  alîkariyê bo erdhejlêxistiyan spasî kir û destnîşan kir: Dewlet hemî îmkanên xwe jibo kêmkirina  destxwe ya pirsgirêkên  xelkê besîc kiriye.

Wî bal kişand ser vê yekê ku  pêvajoya gîhandina  alîkariyê û cebirandina xisareta xelkê navçeya erdhejlêxistî bişopîne û got: Nexweşxaneyên  Têhran, Kirmaşan û parêzgehên din jibo raberkirina  xizmetên  dermankirinê yên  destxwe bo birîndarên  vê buyerê besîc bûne.

 

Başa dön tuşu