Serokê Komara Îslamî ya Îranê li nava koma xelkê erdhejlêxistî yê bajarê Serpolzehabê li parêzgeha Kirmaşanê li rojava Îranê tekez kir: Dewlet dê xelkê erdhejlêxistî bi tenê nehêle û wek xizmetkar dê li kêleka xelkê bimîne.
Erdhejeke 7.3 rîşterî yekşemiyê şevê rojava Îranê hejand. Heya niha li encama vê erdhejê 430 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 7 hezar û 400 kes birîndar bûne.
Hesen Rûhanî roja sêşemiyê li nava koma xelkê bajarê Serpolzehabê sersaxî da malbatên ku ezîzên xwe li encama buyera erdhejê ji dest dane û hêviya şifayê jibo birîndaran kir û got: Dewlet jibo avedankirina malan û alîkariya jibo jiyana xelkê birîndar û kesên ku malên wan li vê buyerê li bajar an gundan tûşî xisarê hatine alîkariya belaş û deynên demdirêj terxan bide.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji gelê parêzgeha Kirmaşanê, seranserê Îranê, hêzên gîhandina alîkariyê û hêzên çekdar jibo gîhandina alîkariyê bo erdhejlêxistiyan spasî kir û destnîşan kir: Dewlet hemî îmkanên xwe jibo kêmkirina destxwe ya pirsgirêkên xelkê besîc kiriye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku pêvajoya gîhandina alîkariyê û cebirandina xisareta xelkê navçeya erdhejlêxistî bişopîne û got: Nexweşxaneyên Têhran, Kirmaşan û parêzgehên din jibo raberkirina xizmetên dermankirinê yên destxwe bo birîndarên vê buyerê besîc bûne.