Serokkomarê Îranê hegera dewama kirîza terorîzmê li navçê welatên rojavayî daye zanîn ku naxwazin kutahiyê bidine vê kirîzê û got: Hindek ji welatên serdestxwaz ji grûpên terorîstî wekî darê destan bona pêşbirina hedef û armancên xwe yên neqanûnî istifade dikin.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro duşemiyê li adwiya sefera parêzgeha Merkeziyê û li civîna rojnamevaniyê tev nûçegihanan li bara helwsêtên Komara îslamî ya Îranê li hember alûgurên navçê got hegera dewama pisgirêka terorîzmê li navça Rojhilata Navînê eva ye ku hêzxurtên rojava hez nakin ku vê pirsgirêkê çareser bikin li halekê ku ev pirsgirêka pêsîrê wan bi xwe jî girtiye.
Serokê KomaraÎslamî ya Îranê got hin hêzxurt bi mijara rawestana li ber terorîzmê şanoyeke siyasî bi rê xistine lê gere ku ewna bizanibin terorîzm dê pîsîra wan jî bigre.
Hesen Rûhanî destnîşan kir ku hin hêzxurt grûpên treorîstî jibo cihanîna armancên xwe yên nerewa bikar tînin û heya niha tu kiryareke erênî li dijî wan nekirine.
Rûhanî helwestên Îarnê li hember mesela terorîzmê pir zelal da zanîn û got: Îran mudaxila welatên biyanî bêyî hevdengiya tev welatê mazovan pir bi tehlûke dizane û ser vê bawerê ye ku dewleta Iraq û Sûriyê ewilî divê daxwaza alîkariyê bikin ku da welatekî din li axa wan li dijî terorîzmê rabe.
Wî mudaxilên biyanî yên hin welatan li navçê li dijî prensîpên navneteweyî da zanîn ku ewlehiya li rojhilata Navînê zêde dike.
Ruhanî bal kişande ser hilbijartinên serokkomariya Amerîka û ragihand ku bijartina navbera Hîlarî Kilînton û Donald Tiramp wekî serokkomarê Amerîka biratina yê xirab û yê xirabtire û Amerîka li halekê îdiaya hebûna demokrasiya 200 salî li vî welatî dike eva li halekê ye ku ev gotina şaş e.
Pêştir Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî rêberê giranqedre inqilaba îslamî ya Îranê hefta bihurî li hevdîtina tev bijare û jêhatîyên warê zanistê bal kişand ser dijminatîya zilhêzên şeytanî li hemberî her cure pêngava neyar û got: Gotina yek ji rayedarên amerîkî li bara piştgirîya Îranê ji berxwedanê û dewama boykotên li dijî Îranê, rastîya reşbînîya li bara Amerîkayê ye.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha bibîr xist, di hefteyên pêşda yek ji du berbijarên niha yên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê yê bibe serokomarê/a welatekî ku xwedîyê desthilat, hêz, heyîtî û sîlehên herîzêde yên atomî û mêdyayên herîmezin ên cehanê ye.
Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî li nama xwe ya du sal berî niha ji bo cewanên ewrûpî ragihand ku şert û merca cîhanekî êmin evaye ku cîhana îslamê û civata rojava nêhrînekî hevpar li ser terorîzmê hebe û her du bona jinavbirina terorîzmê li dû rêçareyekî hevpar bigere û destnîşan kir; Helbet di navbera êş û jan û ne êminiyên ku xelkê Firansayê ji ber rûdawên terorîstî tecrube kirin tev êş û janên salên dirêj yên xelkê Iraq, Sûriyê, Yemen û Efxanistanê va ferq heye.
Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî li bara vê ferq û tefûtê jî destnîşan kir ku eva salên dom û dirêje ku cîhana îslamê di nav van êş û jan û qurbanîdan û ne êminiyan daye.
Mesela herî balkêş di vê navberê da siyasetên ne wek hev yên rojava li bara terorîzmê ye, heta ew nêhrîna du cure û parvekirina terorîzman ser terorîstên fanatîk û yên navînrê jinav neçe mirov nikare hêviya pêngavên micid bona kokbir kirina terorîzmê hebe.
Ev nêhrîna salên sale ku li rojava wekî çanda siyasî tê naskirin.
Mesela sereke evaye ku hema siyasetên rojava bi xwe bûye sebeba peyda bûna terorîzmê lê niha hema rojava xwe alahilgirê xebata dijî terorîstan dide zanîn, eva li halekê ye ku rojava pê siyasetên nijadperêziyên xwe tenê bona derbelêdana bi îslamê dixebite.
Niha jî ev siyaseta ji aliyê rojava didome û Amerîka ji terorîstan û kesên fanatîk ji bo pêşbirina hedef û armancên xwe yên neqanûnî û ferq û tefûtxistina navbera misilmanan dixebite. (BANGÊ ÎSLÂMİ)