AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî di civîna çalakên warê aborî yên îranî û pakistanî de

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li rûniştina çalakên warê aborî yên îranî û pakistanî de got: Pêwendiyên aborî yên Îran û Pakistanê dikarin bibin sedema îstiqrar û ewlehiyê li navçê û yekitiya zêdetir di navbera du netewan de.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di civîna çalakên warê aborî yên îranî û pakistanî de li Îslamabadê paytexta Pakistanê ku serokkomarê vî welatî jî têda beşdar bû got: Îran çawa ku ewlehiya Pakistanê wek ewlehiya xwe dizane pêşketin û geşatiya vî welatî li warê aborî jî wekî pêşketin û geşatiya xwe dizane.

Ruhanî herwiha desnîşan kir ku li warê teknolojî û endazyariyê jî Îran dikare alîkariya Pakistanê bike ji bo pêşxistina binavahiyên vî welatî û got: Li warê enerjiyê jî Îran soz û peymana xwe derheq Pakistanê cih tîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Siyaseta Îranê li gor hevhatin û hevkariya bi welatên cîhanê bi taybetî cînarên wê amade bûye ku li vê siyasetê de Pakistanê cih û şûneke taybet heye. Di navbera Îran û Pakistanê li warên olî, çandî, dîrokî, şaristaniyet û hunerê gelek mijarên hevpar hene û eva bûye sedem ku pêwendiyên du welatan kêrhatî û girîng bibin.

Ruhanî herwiha desnîşan kir ku em amade ne heya çend salan danûstandinên ticarî di navbera du welatan bigihînin 5 milyard dolaran li salê ku eva dibe sedema hevkariya tam navbera karsaz û ticar û çalakên warên aborî yên her du welatan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh înê ji bo berfirekirina hevkarî û pêwendiyên Tehran û Îslamabadê li warên curbicur sefera Pakistanê kir. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu