ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Di hevkariya enerjiyê ya li gel Rûsyayê de wê pêşketineke mezin çêbibe

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî beriya ku biçe serdana Moskowê civîna çapemeniyê li dar xist. Rûhanî got, “Di hevkariya enejiyê ya li gel Rûsyayê de wê pêşketineke mezin çêbibe.”

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku ew kêfxweş in ku Rûsya ji bo qadên petrol û xaza xwezayî yên li Îranê veberhênaniyê dike û bal kişan ser ku di navbera her welayan de hevkariyeke mezin a enerjiye wê çêbibe.

Rûhanî beriya biçe serdana Moskowê li Balafirxaneya Mehrabadê civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de dest nîşan kir ku Îran ji bo veberhênanên Rûsî yên di qada enerjiyê de xwediyê potansiyeleke mezin e.

Rûhanî got, “Hinek qadên petrol û xaza xwezayî ji Rûsyayê hatin pêşniyarkirin. Di warê hevkariya Enerjiyê de wê pêşketineke mezin çêbibe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu