CîhanEwropaNûçe

Du keştiyan de şewat derket: 11 kes mirin

Li gerden ango zîniya Kerç a Rûsyayê du keştiyan de şewat derket û hat ragehandin di her du keştiyan de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye, 12 kes jî hatine rizgar kirin.

Ajansa Deryayî ya Rûsyayê ji çapemeniya Rûsî re ragehand, li zîniya Kerçê du keştiyan de şewat derketiye û di yek ji keştiyan de jî teqîn pêkhatiye. Bûyer dema ku sotemenî ji keştiyekê bo ya din dihate veguhestin de pêkhatiye.

Herwaha hat ragehandin di keştiyekê de 17 kes, di keştiya din de jî 14 kes hebûne. Keştiya ku Ala Tanzanyayê li ser bûye karmendên tirk û hîndî tê de hebûne.

Hat ragehandin her du keştiyan de 31 kes hebûne û ji wan 16 kes tirkbûne û herwaha hemwelatiyên hindî hebûne û li gel şewatê xwe avêtine deryayê.

Başa dön tuşu