ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Haşimî baskê bi qawet ê Rêberê giranqedr ê inqilabê bû

Serokkomarê Îranê koça dawî ya Ayetullah Haşimî Refsencanî serokê Civata kifşkirina xêr û kara nizama Komara islamî ya Îranê, wekî musîbetek diltezîn da zanîn û got: Rêberê giranqedr ê inqilabê palpiştekî mezin ji dest da.

Hesen Ruhanî Serokkomarê Îranê yekşemê şev li civîna dewletê her wisa destnîşan kir; Koça adwiyê ya Ayetullah Haşimî Refsencanî serokê Civata kifşkirina xêr û kara nizama Komara islamî ya Îranê, wekî musîbetek diltezîn da zanîn û got: Ayetullah Haşimî baskê bi qawet ê Rêberê giranqedr ê inqilabê bû.

Ruhanî ragihand, hegera ku li roja oxirkirina Ayetullah Haşimî gelek ji xelkê Îranê pişkdariya vê rêûrismê kirin eva bû ku Ayetullah Haşimî xizmetên zav bo Îran, inqilab û islamê kiriye.

Hesen Ruhanî ji endamên dewletê û hemû hogirên Ayetullah Haşimî xwest pirtir li xelkê û rêberê giranqedr xizmetê bikin ku ev cure reftarên wiha mîrata Ayetullah Haşimî ye.

Ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, yekşemiyê bi şev ji ber nexweşiya dil, li nexweşxaneyeke Têhranê emrê Xwedê kir.

Xelkê qedrzan ê Îrana Îslamî, bi amadebûna berfireh li zanîngeha Têhranê, jibo xatirxwestina ji ayetullah Haşimî Refsencanî, rêhevalê kevn ê Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) û rêberê giranqedr û hevçeperê bizava Îslamî, beşdarî rêûrismê bûn.

Meytê ayetullah Haşimî Refsencanî, piştî rakirinê ji zanîngeha Têhranê, li kêleka tirba paqij a Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) hat definkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu