ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Dijmin nikarin şeref û serbilindiya Îranê tamul bikin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dijminên nizama Îslamî neçar in li ber netewê Îranê serê xwe bitewînin û got: Dijminên Komara Îslamî ya Îranê hêrs bûne û ew nikarin şeref û serbilindiya Îranê tamul bikin.

LI gor rapora IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh li Konseya Îdarî ya parêzgeha Semnanê got: Li rewşa boykotan divê em gef û tehdîdan ji xwe re bikin derfet, netewê Îranê boykotan baş nas dikin û wateya zext û zorê û boykotan jî dizanin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dijminan li Efxanistanê, Iraq,  Sûriyê û Linbanê hedefên xwe bidest nexistin û bi yeqîn li Yemenê jî wisa bibe û ew negihêjin armancên xwe.

Ruhanî herwiha got: Bi hetim Îran ji Ewropa û welatên din ên Rojhilata Navîn bi ewlehîtir û aramtir e û hêzên leşkerî, ewlekarî û polîs ên Îranê gişt hewldan û xebata xwe ji bo vê yekê bkar tînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Em li ser hêz û qaweta xwe ya parstinê bi ti kesekî re muzakire nakin û heke welatên ewropî bixwazin ser hêz û karîna Îranê ya parstin û berevaniyê biaxive me ti gotineke xwe bi wan re ser vê yekê tine.

Başa dön tuşu