ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Divê dewlet bala xwe bide ser cihanîna deqîq a rênimûnîyên rêberê Inqilaba Islamî

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê duh danê êvarê li civîna desteya wezîran, bal kişand ser hevdîtina vê dawîyê ya desteya wezîran ligel rêberê qedirgirna ê Inqilaba Islamî bi boneya Heftîya Dewletê û got: Rênimûn û qedirzanîya rêberê giranqedir ji hewldan û pêngavên hatine rakirinê, li morala hemî beşên dewletê jibo karkirina çalaktir û xizmeta zêdetir jibo gelê birûmet ê Îranê bibandor e û helbet berpirsîyan jî girantir dike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser pêgîriyên rêberê giranqedir ê Inqilabê li bara têkoşîna cidî li hemberî qaçaxa kelûeplan û pêwîstîya pêngavên cidîtir di vî warî da bi merema jordabirina şîyana rikeberîya berhemên îranî li bazarên navxweyî û derveyî û got: Têkoşîna li hemberî qaçaxa kelûpelan jibo cihanîna aborîya ser bingeha berxwedanê gellekî girîng e û hemî dezgehên têkildar divê dest bidin hev ta ku renge em encamake baş di vî warî da bi dest bixin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu