CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Divê gişt alî vegerin ser Peymana Navokî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li Newyorkê bi sekinîna ser vegerîna gişt aliyan ser Peymana Navokîgot: Derketina Amerîkayê ji peymana Navokî û zêdekirina boykotên zalimane li dijî Îranê û kiryarên bi tehrîk yên vî welatî bûne sedema zêdebûna pirsgirêk û rageşiyan li navça Kendava Farsê.

Ruhanî got:  Em ê li NY peyama Aştiyê ya Navçê û kutakirina mudaxileyên biyanî li devera Kendava Farsê û rojavayê Asyayê bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hedefa sefera xwe ya Newyorkê gihandina peyama netewê Îranê bo civata cîhanî da zanîn ku ketine bin zexta şerê zalimane ya aborî.

Ruhanî berî despêkirina sefera xwe ya Newyorkê desnîşan kir ku Planek bona ewlehiya navçê bi xwe re dibe Newyorkê ûgot: Ev plana li bara hevkariya bi hev re li Kendava Farsê ye.

Başa dön tuşu