CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Encama boykotên Amerîkayê dijî Îranê tu xêrekê nagihîne hîç kesekî

Serokê Komara islamî ya Îranê got: Şêwaza neqanûnî ya Amerîkayê di vekişîna derveyî sozdarîyê ji Rêkevtinama Atomî tu xêra wê ne jibo Amerîkayê û ne jî jibo alîyên wê rêkevtinamê hebû û selimand ku boykotkirinê encamek bilî derdan û zîyanê jibo her du alîyan tineye.

Hesen Rûhanî Serokê Komara islamî ya Îranê di hevdîtina digel Serokwezîrê Japonê Şînzo Abê li Tokyoyê de bi gotina vê yekê ku dizê hemî welat pêbend  ûsozdarê biryarnama 2231 a Civata Ewlehîyê ya NY bin, dîyar kir: Boykotên Amerîkayê dijî Îranê cureke têrorîsma aborî tên hesêb û welatên ku di rêya têkoşîna dijî têrorîsmê de kar dikin divê himberî wî karê Amerîkayê bisekinin.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku “ Îranê hemî hewla xwe jibo parastina Rêekvtinama Atomî di çarçova dabînkirina berjewendîyên xwe da daye û yê bikar bîne jî û ji alîyên din ên wê rêkevtinamê jî dixwaze ku sozên xwe cih bînin“, dîyar kir: Kêmkirina qonax bi qonax a sozên navokî ji hêla Îranê ve piştî vekişîna Amerîkayê ji wê rêkevtinameyê û qusûrîya ewrûpîyan derheq cihanîna sozên xwe “di çarçova xalên Rêkevtinama Atomî de“ bûye.

Rûhanî herwiha got: Têhranê hertim jibo pêkanîna aştî û aramîyê li herêm û cîhanê bi hevkarî û alîkarîya welatên cînar û navçeyê hewil daye û di wê çarçovê de hin name jibo Serokên welatên navçeyê jî hatine şandinê.

Serokwezîrê Japonê Şînzo Abê jî di vê hevdîtinê de ji ber seredana Serokê Komara islamî ya Îranê bo Tokyoyê kêfxweşîya xwe nîşan da û got: Peywendîyên Îran û Japonê derbasî sala nehvêdan bûne û hevdîtinên berpirsên her du welatan di salên vê dawîyê de bûne sedema xurtbûna zêdetir a peywendîyên Têhran û Tokyoyê.

Serokwezîrê Japonê pêgirî kir ku welatê wî hez dike peywendîyên digel Îranê di gişt waran de bên berfirekirinê, dîyar kir: Tokyo micidd e ku hevkarîyên bi Têhranê re di warên curbicur de berfire bike. 

Başa dön tuşu