ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Encama hilbijartina Amerîkayê ti bandora xwe li siyasetênn Îranê tine

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Encama hilbijartina Amerîkayê ti bandora xwe li siyasetên Komara Îslamî ya Îranê tunen.

Hesen Rûhanê îro li civîna taxima wezîran bal kişande ser viya ku “Serfirazî û serbilindî û serxwebûna Îranê li viya ye ku helwêstên Îranê tenê ji xwestek û vîn û îrada gel bandorê digirin û bi guhertina dewletên biyanî naguherin`û destnîşan kir: Siyaseta Îranê li warê danûstandina kêrhatî digel cîhanê û rakirina baoykotên navokî, peywendiya aborî ya Îranê digel hemî welatan xistiye ser riyeke geş û bêveger.

Rûhanî bi ragihandina viya ku “Roja îro êdî Amerîkayê hêza xwe ya bikaranîna Tirsa ji Îranê û pêkanîna Kombûna Cîhanî li dijî Îranê tine“, her viha got: Mewqî û cîgeha Amerîkayê li civaka navneteweyî û raya giştî ya cîhanê ji ber siyasetên şaş lawaz bûye û qelaşa zêdetir digel civaka cîhanî û Ewropayê dê derbeya zêdetir li vê mewqiyê xine.

Li vî halî Elî Şemxanî dkreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Komara Îslamî ya Îranê got: Encama çil û pêncemîn hilbajrtina serokomartiya Amerîkayê nîşan da ku nebûna pêbaweriya pirraniya civatê li bara siyasetên nigha yên vî welatî rasteqîn û ber bi zêdebûnê ye.

Şemxanî tevî bêbandorzanîna encama hilbijartina Amerîkayê li ser siyaset û kiryarên Komarav Îslamî ya Îranê li berûlayên siyasî, aborî û ewlehiyê, got: Di rstiyê da siyaseta serbixwe û reftara hişmendane ya Îranê berovajî hinek ji welatên navçeyê tu wextî bandorgirtî ji guhertina hakimiyetê li welatên din nebûye û siyaseta Îranê bi piştevaniya gelanî û palpiştiya bi potansiyêlên navxweyî wê riya xwe ya ronî li ser esasa hikmet, serfirazî û meslehetê bişopîne.

Donald Can Tramp wek çil û pêncemîn serokomarê Amerîkayê gihîşte Koşka Sipî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu