Serokê Komara Islamî ya Îranê êrişa hovane ya ser otobosa hilgirê personelên fidakar ên Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî li cadeya Xaş-Zahidanê li başûra rojhilata Îranê nîşandayîna kûratîya asêbûna kirêgirtîyên cinayetkar û dûvikên dijminên gelê Îranê zanî.
Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da 27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Serokomarîyê, Serokê Komara Islamî ya Îranê hesen Rûhanî îro di peyameke bi rêya Twwiterê da pêgirî kir: Bê guman êrişker û hemî piştgirên vê kiryara kirêt û şûm dê bi saya hewildana hêzên ewlehîyê yên welêt bigihêjin sizaya cinayeta ku kirine.
Rûhanî herwiha got: Ev cinayeta lekeyeke reş a din li karnama reş a piştgirên sereke yên têrorîsmê li Qesra Sipî, Tel Avîvê û dûvikên wan ên navçeyî ye ku him karên pêkenî ji bo tirsandina welatan ji Îranê dikin û him jî idiaya têkoşîna dijî têrorîsmê û dabînkirina ewlehîyê ji bo Rojhilata Navînê dikin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Hevdilî û tifaqa gelê Îranê di warê parastina armanc û hizrên bilind ên nizama Islamî û netewî, dê hêvîyên dijminan pûç derxe û wan poşman bike.