ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Gelê Îranê carek din dê dijmin bêhêvî bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku gelê Îranê dê carek din dijmin bêhêvî bike û got: Roja îro êdî şerê wekaletî nîne û Amerîka hema rasterast li hemberî gelê Îranê rawestaye û binpêkirina sozên xwe destpê kiriye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Ruhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro şemê li rêûresma rijeya hêzên çekdar ên Îranê li Têhranê Bal kişande ser viya ku Amerîka sozên xwe binpê kirine û got: Donald Trump ji rû ve ji nav rêketina navokî derketiye, lê hedefa wî ya sereke têkbirina Înqilaba Îslamî û nizama Komara îslamî ya Îranê ye.

Ruhanî bal kişande ser şerê abûrî yê Amerîkayê dijî Îranê û got: Roja îro cîhan van siyasetên Amerîkayê şermezar dikin û bê şik Amerîka dê li vî şerê abûrî, pskolojîk û siyasî jî işkestê bixwe û têk biçe.

Wî bal kişand ser viya ku roja îro gelê Îranê di dilê gelê Iraq, Lubnan û Sûriyê da ye û got: Gelê Îranê dest ji karayiyên xwe yên berevaniyê ji wan karayiya xwe ya mûşekî bernade û her roj dê van cure hêz û karînên xwe yên berevaniyê dê zêde bike.

Ruhanî bal kişande ser desthilata navçeyî ya Îranê û destnîşan kir: Îran hema ji berê va parêzvanê Kendava Farsê, Uqyanûsa Hindê û Babulmendebê bûye û wekî welatê bi bandor li Rojhilata Navîn qet li hemberî mezlûmiyeta welatan xwe bêdeng nake.

Wî bal kişande ser şerê tehmîlî yê Iraqê dijî Îranê û got: Bi ew hemû cinayetên şerî û destdirêjiyên Sedam dijî Îranê, tu dewletek li cîhanê û tu rêxistineke navnetewî ev cinayetên eşkera yên Sedam şermezar nekir û eva bo gelê Îranê wekî derseke girîng e.

Başa dön tuşu